H’emû nûçeSereke

Mesrûr Barzanî ji bo beşdarbûna lûtkeya cîhanî ya hukumetan serdana Îmaratê dike

Nivîsgeha serokwezîrê Herêma Kurdistanê  di daxuyanîyekê de ragîhand: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî 11ê sibatê ji bo beşdarbûna di lûtkeya cîhanî ya hukumetan de ku dê rojên 12-14 ê sibatê li Dûbayê bê lidarxistin, berbi Îmaratê ve bi rê ket”.

Dîyare wekî: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser vexwendina taybet ya cîgirê serokê Dewleta Îmaratê, serokwezîr û Mîrê Dûbayê Şêx Mehemed Bîn Reşîd El-Mektûm beşdarî lûtkeyê dibe, ku birîyar e di wê lûtkeyê de gotarekê bi amadebûna hejmareke serokwezîr û berpirsên payebilind raber bike”.

Amaje bi wê jî kir: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha di çarçoveya lûtkeyê de, dê bi rayedarên ereb, herêmî û navneteweyî, bîrmend û karsazan re çend hevdîtinan pêk bîne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button