H’emû nûçeSereke
Sênatorê amêrîkî pêşnîyar kirîye ku frotana sîlihaye bona Tirkîyayê bidine pêşîgirtinê
Sênatorê amêrîkî Rênd Pol amranc danîye pêşîya xwe ku hemû tiştî bike bona ku firotana balafirên leşkerîye F- 16 bona Tirkîyayê bidine sekinaninê, çimkî halê li herêmê gelekî serte.Li Sênatê ewî rêzolyûsîya tevayî raber kirîye.
Frotana 40 balafirên F-16, ya bahê 23 mîlîyard dolarî, û usa jî têknîka leşkerîye mayîn, wedekî dirêj bona hukumata Tirkîyayê hatibû sekinandinê, lê 26 ê meha çile hukumata Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî ew yek qebûl kir.Feqet ew birîyar gerekê ji alîyê Kongrêsêda bihata qebûlkirinê, ya ku gerekê li ser wê pirsê bixebite, çimkî opêrasîyonên Tirkîyayê li herêmê mîyaser dibin, bi taybetî li wan nehîyên Îraqê û Sûrîyayê, li kîderê kurd dijîn.
Ew proje teslîmî komîtêya pirsên karên der kirine.