H’emû nûçeSereke

Wezîrên Ermenîstanê û Fransîyayêye karên der pirsên derheqa ewlehkarîya li Qafqasîya Başûr gotûbêj kirine

Li Parîzê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî wezîrê Fransîyayêyî karên der Stêfan Sêjûrnê hatîye.
“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî berî her tiştî Mîrzoyanê wezîr, wezîrê Fransîyayêyî karên der girêdayî qulixa wîye nûra ew pîroz kirîye.
“Wextê hevdîtinê, pirsên berfireh, yên bona herdu alîya hewaskar hatine gotûbêjkirinê.
Bi razîbûn derheqa dîyaloga sîyasîye dualîda hatîye dîyarkirinê.
Ararat Mîrzoyan û Stêfan Sêjûrnê usa jî fikir dora rojeva hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê pevguhartine. Bi hûrgilî pirsên derheqa halê ewlehkarîya li Qafqasîya Başûr hatine gotûbêjkirinê.Ararat Mîrzoyaên halê li herêmê raber kirîye”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.
Li gorî wê kanîya înformasîyon, wezîrê Ermenîstanêyî karên der guhdarîya Fransîyayê û cedandinên wêye bona ewlehkarîya li Qafqasîya Başûr, bilind qîmet kirîye.
Hatîye dîyarkirinê,wekî fikir dora bernamên herêmêye transportê û êkonomîkî hatine pevguhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button