H’emû nûçeSereke

Alfabeya 1600 salî çawa nasnameya ermenî ava kirîye: BBC Travel

Nivîskarê BBC Travel Sûgato Mûhêrcî di gotara xwe ya bi navê “Alfabeya 1600 salî çawa nasnameya ermenî ava kir” de behsa alfabeya ermenî kir û dîtinên xwe yên ji gera xwe ya Ermenistanê pêşkêş kir.

Bi gotina nivîskarê gotarê, di sefera xwe ya payîzê ya Ermenîstanê de, bi hevrêya xwe Sofya Hakobyan re serdana baxçeyê Wêjeyan ku di sala 2005 a de hatîye çêkirin, kirîye, bi minasebeta 1600 salîya efirandina tîpên ermenî.

 “Tîpên ku ji kevirê pembe tarî, zer û reş yên sivik hatine çêkirin, kulîlkin û bi ambleman hatine nixumandin. Hin ji wan kom in, hin jî bi tenê ne”. Mûhêrcî behsa bandorên xwe dike û destnîşan kir ku wî peykerê efirînerê nivîskarîya ermenî Mêsrop Maştos jî li parkê dîtîye.

Her wiha li ser serdana xwe ya înstîtût-destnivîsên kevinar ya Yêrêvanê-Matênadaranê, nêrînên xwe raber kirîye.

 “Avanîya bazaltê ya bi heybet, ku li ser girê li dawîya bakûrê kolana Maştos ya Yêrêvanê ye, dişibe kelehekê, lê bi rastî ew pirtûkxaneyek destnivîsên kevnar e , ku di heman demê de înstîtûta lêkolînê ye. Ez li salonên bi heybet girtî, ku pêşangehên daîmî ji hêla mijarê ve hatine dabeş kirin, di nav de wêjeya werger, felsefe, têolojî,  çargoşeya matêmatîkî û zanistên mirovî, helbest, qanûn, dîrok û huner hene, pêşangehên daîmî vedihewînin”,-nivîskarê gotarê bi bîr tîne. ..

 “Min zanibû ku formên êstêtîk yên nivîsara ermenî, ku ji demên kevnar ve di hunera gelêrî û kalîgrafîyê de hatine bikaranîn, di lîsteya mîrateyên çandî yên ne maddî yên UNESCO de cih digirin. Lê min guman nedikir ku qalibên hunerî yên êlêgant tijî kod û şîfreyên veşartî ne û xwedî taybetmendiyên veşartî ne”,- Mûhêrcî di gotara xwe de tekez dike.

“Ji bo 1500 salên din, alfabe bû armanca serbilindîya neteweyî, bingeha nasnameya çandî ya ermenî, sembola hevgirtinê ji bo axa ku ji şer wêrankirî ye, ku hema her gav di bin desthilatdarî û kolonîzasyona hêzên bîyanî de bû: rom, bîzans, faris û tirkên osmanî. Ev  hema berdewama  çewsandin û koletîyê di dawîyê de di sala 1991 de bi dawî bû, dema ku rêjîma Sovyêtê ya 69-salî hilweşiya û Ermenîstan bû komarek serbixwe”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button