H’emû nûçeSereke

Bona destanîna sîliha peymanên Ermenîstanê ne tenê tevî Hindistanê û Fransîayê hene: Xaçatryan

Bona destanîna sîliha peymanên Ermenîstanê ne tenê tevî Hindistanê û Fransîayê, lê usa jî tevî welatên mayîn hene. Derheqa wê yekêda cîgirê serokê komîsîya parlamêntê Armên Xaçatryan wextê hevpeyvîna tevî radyoya “Azayê” gotîye.

Parlamêntvanê desthilatdar bi hûr-gilî negotîye, lê gotîye ku piştî şêr rewşeke dijwar bû, di warê destxistina çeka û hevkarîya leşkerî-teknîkîda valahîyek hebû, lê ev pirsgirêk di demeke kinda hate çareserkirinê.

“Îro li ser hevkariya leşkerî-teknîkî, bona destanîna çeka Hindistanê û Fransîyara peymanên cuda hene û em bêjin ku tevî welatên ku hêzên mezinin jî hene. Bê guman, em ê li ser neaxivin, emê bi hûr-gilî nebêjin”,- Xaçatryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button