H’emû nûçeSereke

Ermenîstan û Îran diqewime pêşerojêda dayîna ênêrgîya êlêktrîkî û gazê bidine zêdekirinê

Ermenîstan û Îran diqewime pêşerojêda dayîna ênêrgîya êlêktrîkî û gazê bidine zêdekirinê. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî serkarîkirina sîstêma û dor-bera Ginêl Sanosyan gotîye.

Wextê qisa tevî “Armênprêss” ê, Ginêl Sanosyan daye dîyarkirinê,wekî bernama “Gaz dewsa ênêrgîya êlêktrîkî” hetanî sala 2030 î hatîye dirêjkirinê û gorî wê yekê mecal hene wekî pêşerojêda Ermenîstan dikare zêdetir gazê bistîne û zêdetir jî ênêrgîya êlêktrîkî bide Îranê.

“Bi fikira min, gorî dokûmênta hiqûqî, emê bikaribin pêşerojêda wê mecalê bidine xebatê.Xetên nû tên çêkirinê, bona ku em bikaribin zêdetir ênêrgîya êlêktrîkî bidine Îranê.Ji alîyê herdu welatada jî xwestin heye û nava êtapên cuda-cudada guhartin wê bêne kifşê”,-wezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button