H’emû nûçeSereke

Hunera gelêrî ya Ermenîstanê di 37 fêstîvala hunermendên navneteweyî ya Sûrackûndê de tê nîşandayîn

Fêstîvala hunermendên navneteweyî ya Sûrackûnd di navbera 2-18 sibatê de li bajarê Hindistanêyî Fahrîdabadê tê lidarxistin.

Ji Ermenîstanê, “Arar: mamosteyên ku di bernameya “parastin, belavkirin, geşkirin û popûlerkirina çanda neteweyî li herêmên Komara Ermenîstanê” de cîh digirin ev in ku emelkar Armênûhî Xaçatryan (herêma Armavîr, civata Baghramyanê ya Komara Ermenîstanê), hostayên xalîçeçêkirinê Syûzanna Avêtîsyan (herêma Kotaykê, civata Crvêjê  ya Komara Ermenîstanê) û Anî Martîrosyan (herêma Kotaykê, herêma Zar ya Komara Ermenîstanê).

Têkstîlên ermenî bi giranî di pêşangehê de têne nîşandayînê: xalîçe, xemilandin û karên têkstîlê, nimûneyên hunera dêkoratîv-sêpandî, bîranîn.

Beşdarbûna berdewam ya nûnerên Ermenîstanê di fêstîvala salane ya hunerî ya Sûrackûnd de ji bo sala 2022 a tê plan kirin. Di xalên “Protokola 8. rûniştina komîsyona navdewletî ya Ermenîstan-Hindistanê ya di warên bazirganî, aborî, têknolojî, zanistî, perwerdehî û çandê de” ya ku di 4 ê tîrmehê de li Yêrêvanê hat lidarxistin.

Armanc ew e ku pêrspektîfên nû yên hevkariyê di navbera hunermendên gelêrî yên Ermenîstanê û welatên din de çêbike, naskirina hunera gelêrî û dewlemendkirina hevdu zêde bike. Di heman demê de armanc ew e ku hevkariya çandî ya Hindistan-Ermenîstanê wekî baştirîn diyardeya parastina mîrata çandî ya gelên Hindî û Ermenî pêş bixe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button