H’emû nûçeSereke

Me  pirsa endametîya NATO ê gotûbêj nekîrye û gotûbêj jî nakin: Paşînyan

Me  pirsa endametîya NATO ê gotûbêj nekîrye û gotûbêj jî nakin.Têkilîyên me yên hevkarîyê bi NATO yê re hene û tiştekî nû li wir nîne. Derhqeqa wê yekêda, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê di hevpeyvîna li gel şirovekarê navneteweyî yê The Telegraph ê Roland Olîfantî, bersiva vê pirsê da ku gelo Ermenîstan di pêşerojê de endamtîya NATO ê difikire yan na.

 “Me negot ku em hevkarîya bi Rûsyayê re bi giştî û bi taybetî di warê ewlehîyê de red dikin. Me got ku em ê têkilîyên xwe yên di warê ewlehîyê de cihêreng bikin. Wateya vê çi ye, ev tê wê wateyê ku em ê têkilîya xwe ya ewlehîyê ya bi Rûsyayê re biteribînin? Na, ev nayê wê wateyê, lê tê wê wateyê ku di warê ewlehîyê de, em amadene  û em gotûbêj û kar dikin ku peywendîyan ava bikin, wek nimûne, bi Yekîtîya Avropî re, ku ji niha ve rastîyek e mezin, bi Fransîyayê re, ku ji berê ve rastîyek e, bi Dewletên Yekbûyî re, ku ji berê ve bi gelemperî rastîyek e, bi Komara  Îranêye Îslamî re, ku jixwe bi gelemperî rastîyek e, bi Hindistanê re, ku ji xwe rastî rastîyeke mezin e û bi gelek welatên din yên ku em bi wan re gotûbêj dikin.

Di rojeva me de pirseke bi vî rengî ya girêdayî NATO ê nîne. Yanî me li ser endametîya NATO ê nîqaş nekirîye û nakin. Têkilîyên me yên hevkarîyê bi NATO ê re hene û tiştekî nû li wir nîne. Berê me Planeke Çalakîya Hevkarîya kesane hebû, naha ew bername ji nû ve vedigere nav formek hevkarîyê ya taybetî ku endamtîyê nagire. Ez ê jî tiştekî ji we re bibêjim, berî her tiştî, em bi kêmanî de cûre endama Peymana Ewlekarîya Kolektîv in û ez ne bawer im ku bi gelemperî, yan çêtir li Ermenîstanê, li ser mijara ku çawa stratejîya blokê, bi giştî, di demeke dirêj de bi berjewendîyên Ermenîstanê re têkildar e”,-Paşînyan daye kifşê.

Paşînyan her wiha dîyar kir ku hevkarîya bi Amêrîkayê yan Fransîyayê, yan jî bi hevkarên din re di warê ewlehîyê de li dijî hevkarê din di warê ewlehîyê de nîne.

 “Şerê li Ûkraynayê nû dest pê kiribû, ez difikirim ku min hevpeyvînek bi CNN a Çêxîyayêra kir û got ku em di mijara Ûkraynayê de hevalbendê Rûsyayê ne û ev rastîyek e. Lê ez jî dixwazim bibêjim ku hevkarîya me ya ewlekarî ya bi Amêrîkayê yan Fransîyayê, yan jî hevkarên me yên din yên ewlekarî re ne li dijî hevkarê me yê din ê ewlehîyê ye. Tiştek din jî ev e ku hevkarên me bixwe fikar in ka hevkarî bi wan re çawa dikare bandorê li pergalên wan yên ewlehîyê bike. Em hewil didin vê mijarê bi hevkarên xwe re di çarçoveya rojeva wan a hevpar de bi awayekî herî zelal bi rê ve bibin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button