Paşînyan behsa sedema paşxistina pêvajoya aştîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de kir
Prînsîpên avakarîya peymana aştîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de hatine lihevkirin û di dawîya sala borî de xuya bû ku lihevkirina li ser têksta dawî ya peymanê pir nêzîk bû, lê ji destpêkê ve Adirbêcan sê caran bi cûrên cuda beşdarî danûstandinan nebû û piştî wê hilbijartinên serokatîyê li Adirbêcanê hatin destnîşankirin.
Li gorî ragîhandina “Armenprêss”ê, serokwezîrê Komara Ermnenîstanê Nîkol Paşînyan li hevpeyvîna digel rojnameya “The Telegraph” ya Brîtanî li ser vê pirsê ku pêvajoya aşîtîyê bi Adirbêcanê re li ku ye û çima tê paşxistin, gotîye:
“Berî her tiştî gerekê bê gotinê ku prînsîpên aştîyê yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de di sê formatên navneteweyî de hatine lihevkirin.Ya yekem sala 2022 de pêk hat 6 ê cotmehê de, di civîna çaralî ya li Prhayê de, ku serokê Fransîyayê Emanûêl Makron, serokê konsêya Yekîtîya Avropayê Şarl Mîşêl, serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv û ez beşdar bûbûn û em piştî gotûbêjên dûr û dirêj amade bûn.Sala 1991 ê daxuyaniyeke hevpar ya ku tê de ev prînsîpa jêrîn hatîye nivîsandin ku Ermenîstanê û Adirbêcanê yekparebûna axa hev nas dikin, qebûl kirin. Li ser bingeha danezana Alma Atayê” komarên ku bibin dewletên serwer, yekparebûna axa hev, têknedana sînor û serweriya hev nas dikin. Bi vî awayî bi danezana Alma Atayê sînorên îdarî yên heyî yên di navbera komarên Yekîtîya Sovyêtê de dibin sînorên dewletê.
“Çima ez dibêjim, ji ber ku di danezana Alma Atayêda hatîye tomarkirin ku ev komara sînorên heyî qebûl dikin, ango di wê kêlîyê de çi sînor hebûne, ew neçarbûna wan sînoran nas dikin. Û helbet di vir de nazikayîke pir girîng heye ku ez dixwazim balê bikişînim ser wê. Danezana Alma Atayê û pakêtên têkildarî dêklerasîyon di sala 1992 de ji alîyê miclîsa Ermenîstanê û piştre jî ji alîyê miclîsa Adirbêcanê ve hatin erêkirin. Piştî îmzekirin û erêkirinê gelek bûyer qewimîn, lê di vê çarçoveyê de gelek girîng e ku mirov li Prahayê di 6 ê cotmehê de bi amadebûna serokê Fransîyayê û serokê konsêya Yekîtîya Avropayê, Ermenîstan û Adirbêcanê, binivîsîne. Bi rastî, piştî van hemû bûyeran, careke din tekez kir ku yekparçeya axa hev li ser bingeha daxuyanîya Alma Atayê tê naskirin”,- serokwezîr raber kirîye.
Bi gotina wî xala duyem ya giring ew e ku daxuyanîya Alma Atayê bibe bingeh ji bo destnîşankirin û xêzkirina sînorên di navbera herdu welatan de. Ev jî prînsîpeke pir girîng e, ku di vê çarçoveyê de tê wê wateyê ku di pêvajoya xêzkirina di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de, nabe sînorek bê çêkirin, lê sînorên ku bi daxuyanîya Alma Atayê hatine pejirandin û dubarekirin, li ser erdê bêne eşkerekirin.
Bi qîmetkirina Paşînyan yekem rêkeftina bingehîn li Prahayê pêk hat û piştî wê jî 30 ê cotmehê de ji alîyê serokê Rûsyayê, serokkomarê Adirbêcanê û ji alîyê wîda daxuyanîya sêalî hat îmzekirin û di daxuyanîyekê de Ermenîstan û Adirbêcanê bi daxuyanîyeke nivîskî îtîraf kirin, ku ew yekparçeya axa û serwêrîya hev nas dikin û radigihînin, ku ew bikaranîna hêz û gefa hêzê red dikin û dê hemû pirsgirêkan bi gotûbêjan çareser bikin.
“Ev peyman her wiha bû bingehek ji bo pêkhatin û danîna prînsîba bingehîn ya sêemîn, ku tê wê wateyê ku vekirina peywendîyên li herêmê, rakirina blokan û vekirina rêyan ji hev re dê di çarçoveya rêzgirtina li serwerî û serwerîyê de pêk bê. Dadwerîya welatan û ev prînsîp li gel du prînsîpên berê, di encama hevdîtinên sêalî yên 14 ê gulanê û 15 ê tîrmehê li Bryûsêlê hatin tomarkirin. Her wiha her tiştê ku ez behs dikim ji belgeyên giştî re têkildar e”.
“Ez dikarim bibêjim ku hukumeta Ermenîstanê wek berê xwedî îradeya sîyasî ye ku li herêma me ji bo aştîyeke konkrêt hereket bike û li ser peymanên jorîn bi Adirbêcanê re peymana aştîyê îmze bike”,-Paşînyan daye kifşê.