H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê, bi xebitandina dirona, şer destpê kir: Paşînyan

Adirbêcanê, bi xebitandina dirona, şer destpê kir û  çar qulixçîyên leşkerî hatine kuştinê.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê hevdîtina tevî endamê parlamênta Brîtanîya Mezin Con Wîtîngdêyl gotîye. 

“Eva opêrasîyona cuda nîne.Em her dem provokasîyayên azêrîya dibînin.Gorî qîmetkirina me, ew yek sîyaseta Adirbêcanêye, bi kîjanê pêvajoya aşîtîyê bidine teribandinê. Derheqa wê yekêda hema axaftinên wekîlên Adirbêcanê didine kifşê, yên ku bi agrêsîvî xeber didin. Starêjîya hukumata Adirbêcanê eşkere bona kûrbûna dijminatîya li herêmêye û ew yek xemgînîyê pêşda tîne.

“Nenihêrî vî hemû tiştî, hukumata me li ser pêvajoya aşîtîyê sekinîye, çimkî em zanin,wekî bona pêvajoyê rêyeke başqe tune.Em gerekê hemû tiştî bikin ku bighîjine encamên konkrêt.Mixabin, bêyî xwestina alîyê mayîn ew yek nabe”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button