H’emû nûçeSereke

Bona Rûsîyayê di navbera pêvajoyên Ermenîstanê û Ûkraînayê mînanîhevbûn tunene: Lûkyanov

Ev himberîhevkirin ya bêfikire, ya ku carina tê kirinê. Derheqa wê yekêda serokê şêwira Rûsîyayêye sîyaseta der û parastinê, sîyasîzan Fyodor Lûkyanov gotîye, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye ku ev pêvajo, yên li Ermenîstanê û Ûkraînayê bona Rûsîyayê mînanî hevin, yan na.

“Ûkraîna  bona Rûsîyayê tiştekî cudaye.Ev yek heyîna hemû tiştîye, ji dûrayê destpêkirî hetanî têmayên dîrokî û hemcîhanî”,- ewî gotîye.

Bi fikira sîyasîzan, ji wan faktora tu yek derheqa Ermenîstanêda nîne.

Lûkyanov serda zêde kirîye,wekî serokwezîrê Ermenîstanê hinek wede pêşda derheqa careke mayîn dasekinandina dewletêda elam kirîye û ew elametî pêwandîyên Rûsîyayêva girêdayî nîne, lê bingehêva girêdayîye, li ser kîjanê ji sala 1991 ê da dewleta Ermenîstanê hatîye çêkirinê.

“Bi rastî hal hatîye guhartinê û ew yek nava pirsa Ermenîstanêda ber çevaye.Nava vê hemtêksta nûda  him bona Ermenîstanê û him jî bona Rûsîyayê, usa jî bona hemû dor-bera ew yek cûrekî mayîne.Him Tirkîya, him jî Adirbêcan îdî yên berê nînin.Modêla pêwandîyaye berê îdî nikare berdewambe.Bo wê yekê jî hemû kes dicêribîne fem bike ku paşê wê çawabe”,- Lûkyanov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button