H’emû nûçeSereke

Şika Paşînyan heye ku dibek Adirbêcan dest bi opêrasyonên leşkerî yên herêmî bike, bi îhtîmala ku wan bibe şerekî berfireh li dijî Ermenîstanê

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan elam kirîye ku Adirbêcan bi her awayî xwe ji bijardeyên ku di derbarê xêzkirina sînorê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de têne pêşnîyarkirin dûr dixe. Li gorî serokwezîr, sedema vê yekê dibe ku nîyeta Adirbêcanê ji bo destpêkirina opêrasîyonên leşkerî li hin deverên sînorî be, bi îhtîmala veguhertina şerekî berfireh li dijî Ermenistanê.

Bi ragîhandina “Armenprêss”ê, Paşînyan di axaftina xwe ya di civîna hukumeta Ermenîstanê gotîye.

 “We texmîn kirîye ku Adirbêcan bi berdewamî, wekî ku dibêje, li ser axa 4 gundan diaxive,di heman demê de qebûl nake ku herêmên jîyanî yên 31 gundên Komara Ermenîstanê yên nedorpêkirî di bin dagirkerîya Adirbêcanê de bin. Helwesta me ya di vê rewşê de pir avaker e. Em dibêjin ji bo ku leşker ji tabîyên xwe paşve vekişin, pêwîst e sînorê Ermenîstanê-Adirbêcanê li ser nexşeyê û li ser erdê ji nû ve bê hilberandin û leşkerên herdu welatan vekişin xeta sînor. Bi gotineke din, piştî ji nû ve xêzkirina sînor, eger derkeve holê ku li pêşîya wê xetê leşker hene, divê ji herdu alîyan ve li ser wî sînorê ku berê hatîye xêzkirin, vekişin. Bakûya fermî hewl dide ku vê bûyerê bi awayekî usa pêk bîne ku leşkerên Adirbêcanê bi tu awayî ji herêmên 31 gundên Ermenîstanê paşve neçin. Ev ne helwesteke çêker e”,-Paşînyan daye kifşê.

Serokwezîr carek din amadebûna komara Ermenîstanê ji bo çûyîna ber bi çareserîyên konkret ku prînsîpên wan ji niha ve hatine dîyarkirin, dupat kir.Ewî raber kir ku em behsa kîjan prînsîban dikin.

“Em behsa peymana nivîskî û bi eşkereyî ya li ser platformên navneteweyî dikin ku Ermenîstan û Adirbêcan li ser bingeha danezana Alma Atayê ya sala 1991 ê yekparebûna axa hev nas dikin û jaxuyaniya Alma Atayê jî divê bibe bingeha sîyasî ya pêvajoya xêzkirina sînoran”. Ev tê wê wateyê ku ji me re xebateke têknîkî maye ku em li ser nexşeyan û li ser erdê sînorên di navbera ya Ermenîstan û Adirbêcanê de ji sala 1991 ê vir ve heye dubare bikin û pirsgirêkê bi ronîkirina bingehên wan yên qanûnî çareser biki

Divê li ser heman prînsîbê pirsgirêka ku jê re tê gotin  dorpêçkirin bê çareserkirin. Mînak ji bo dîyarkirina axa Arsvaşênê, pêwîst e li ser esasê belgeyên qanûnî xetek bê kişandin û di encama hevraxeberdanên din de ev pirsgirêk bi hin formûlan çareser bibe.

Lê Adirbêcan bi rêkûpêk ji çareserîyên wiha dûr dikeve, hewl dide ku rîya herêmîbûnê bişopîne. Em bi vê vebijarkê jî razî ne û herêm bi herêm veqetandina sînoran pêk bînin, di her sêktorekê de sînor ji nû ve hilberînin, piştre li gorî sînorê ku ji nû ve hatî hilberandin serrastkirina pozîsyona leşkeran pêk bînin û derbasî sêktora din bibin û ji embarê derkevin, pirsgirêkên heta qonaxa dawî. Bi gotineke din, du vebijark hene, ya yekem em hemû sînoran xêz dikin û derbazî cîbicîkirina wê dibin, ya duyem jî em sînoran perçe- perçe dikin û bi xêzkirina sînor perçe bi parçe pêş de diçin. Li gor prînsîbên ku li jor hatine behskirin, em bi herdu vebijarkan re jî razî ne.

Lê xuyaye Adirbêcan ji vê vebijarkê jî dûr dikeve. Her weha, vekolîna me nîşan dide ku dibe ku sedemek vê yekê hebe, ew jî dibe ku destpêkirina opêrasyonên leşkerî li hin deverên sînorî be, bi îhtîmala ku mezinbûna leşkerî li dijî komara Ermenîstanê bibe şerekî berfireh.

Di hemû daxuyanî û kiryarên Bekûya fermî de ev mebest tê xwendin”,-Paşînyan daye kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button