H’emû nûçeSereke

Bûyarên wefatbûna zarokên ji zewacên ji wedezûtir bûyî, zêde bûne: Bekoyan

Bi înîsîyatîva komîsîya parlamênta Ermenîstanê, ya pirsên parastina mafên mêriv û civakî, li parlamêntê guhdarkirinên girêdayî zewaca zûra û guhartina qanûnên derheqa wanda pêk tên.Wextê wan guhdarkirina, wekîlên netewên kêmjimare li Ermenîstanê amade dibin.

Parlamêntvanê ji fraksîya “Peymana sîvîl” Rostem Bekoyan têra dibîne,wekî pêvajoya guhartina qanûna destpê bikin û destûra yaşê zewacê bidine bilindkirinê û sala 2024 a da guhartina bikine nava qanûnê.

Ewî daye dîyarkirinê,wekî  şikyatên gelek meriva dighîjine wî, yên ku dibêjin wekî zewacên zû dibin.

Ewî bîr anîye,wekî gorî qanûndarîya Ermenîstanê, 18 salîyêda dikarin bizewicin, lê meriv dikare 17 a da jî bizewice. Heger qayîlîya dê û bava  hebe meriv dikare 16 salîyêda jî bizewice.Bekoyan daye dîyarkirinê,wekî zewacên zû dikarin encamên xirab pêşda bînin û ji zewacên zû jî dikarin dijwarî pêşda bên, yên girêdayî zarokara.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button