H’emû nûçeSereke

Mîrzoyan  halê ewlehîya li Qafqasîya Başûr û bûyarên dawî raberî serokê Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê kirîye

Nava çarçoveya hemcivîna li Myûnxênê,wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî serokê Organîzeya Hevkarî  û Ewlehkarîya Avropayê, wezîrê Komara Maltayêyî karên der, Îên Borc hatîye.

Wezîra cêrge pirsên bona herdu alîya hewaskar gotûbêj kirine. Xeberdan usa jî derheqa dîyaloga sîyasîye dualîda çûye.Pêrspêktîvên kûrkirina hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê jî hatine gotûbêjkirinê.

Ararat Mîrzoyan û Îên Borc usa jî fikir dora halê li Qafqasîya Başûr û herêmê pevguhartine.Ararat Mîrzoyan derheqa nêzîkbûnên Ermenîstanêye nava pêvajoya normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê, daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button