H’emû nûçeSereke

Êkonomîzan zêdaya Ermenîstanêye êkonomîkî, ya sala îsalin ji  sisîya  hetanî  heyşt selefî têra dibîne

Êkonomîzan zêdaya Ermenîstanêye êkonomîkî, ya sala îsalin ji  sisîya  hetanî  heyşt selefî têra dibîne. Ew dibêje wekî nava qewilên normalda îsal zêdaya êkonomîkî wê ji hevta hetanî heyşt selefbe, lê heger qewil baş nîbin, ji sisîya hetanî çar selefî.

“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî derheqa wê yekêda doktorê êkonomîzanîyê Tatûl Manasêryan wextê prêss-konfêransê gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê,wekî qewata hîmlî dikare bibe mîyaserkirina konkûrênsîya welata, heger wextê sazkirina zona êkonomîkî, ya di navbera Îranê û Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda  ew mecal bêne xebitandinê, xêncî wê yekê ewî gotîye,wekî heger pêwandîyên tevî Rûsîyayê û Yekîtîya Avrasîyayê jî bêne aktîvkirinê.Bi gotina êkonomîzan, heger ew mecal bêne xebitandinê, wî çaxî zêdaya êkonomîkî wê bighîje ji hevta hetanî heyşt selefî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button