SerekeSîyasî

Kurdistan 24 dema nû ya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê aşkere dike

Bi mebesta gotûbêjkirina amadekarîyên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, îro şandeke serokatîya Herêma Kurdistanê û hukumeta Herêma Kurdistanê û bi amadebûna nûner UNAMI civiyan.

Li gorî zanyariyên peyamnêrê K24  komîsyona serbixwe ya hilbijartinan ya Îraqê ragihand di civîna îro de ji şanda serokatiya Herêma Kurdistanê re ragihandiye, eger dadgeha federalî biryarê li ser yasaya hilbijartinên Herêma Kurdistanê bide, ew dikarin heta naverasta meha hezîrana îsal de hilbijartinan pêk bînin.

Peyamnêrê K24ê amaje bi wê jî kir, heta niha serokatiya Herêma Kurdistanê û komîsyona serbixwe ya hilbijartinan ya Îraqê li benda biryara dadgehê ne ji bo diyarkirina roja hilbijartinan.

Di civîna îro de, wek ku serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye,serokatiya Herêma Kurdistanê û hukumeta Herêma Kurdistanê amadebûna xwe ji bo asankarî û alîkariya proseyê bi awayekî şefaf û pîşesazyane nîşan dan.

Di civînê de, “Komîsyonê behsa rêkarên teknîkî û dabeşkirina demê ji bo pêngavên lidarxistina hilbijartinan di dema yasayî ya komisyonê de kir, nûnerê UNAMA jî amadebûna xwe ji bo hevkarîkirina hemû pêngavan bo serkeftina proseya hilbijartinan nîşan da”.

Ev di demekê de ye, dadgeha bilind ya federal ya Îraqê roja 18 ê sibatê ji bo yekalîkirina çend giliyan ji wan giliyên li ser pênc madeyên yasaya hilbijartinên Herêma Kurdistanê civiyabû. Dadgehê dîsa biryara li ser giliyê bo  21 ê sibatê bipaş xist.

Biryar bû hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê di 25 ê sibata bê de bihatine kirin, lê komîsyona hilbijartinan ya Îraqê roja 3 ê çileya sala 2024 a gotibû, ji ber paşxistina biryara dadgeha federal ya li ser kursiyên pêkhateyan heta 21 ê çile, komisyon nikare hilbijartinên parlementoyê di 25 ê sibata sala 2024 a de pêk bîne.

Li ser pênc xalên yasaya hilbijartina parlamentoya Kurdistanê hatine tomarkirin, ku behsa hejmara kursiyên parlamentoyê, yek bazineyî û fireh bazneya hilbijartinan û hejmara kursiyên kotayê dikin, gilî li dadgeha federal hatiye vekirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button