H’emû nûçeSereke

Fransîyayê hevkarîya tevî Ermenîstanê nava goveka parastinêda berdewam bike:Makron

Fransîyayê hevkarîya tevî Ermenîstanê nava goveka parastinêda berdewam bike.

“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî derheqa wê yekêda serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron, wextê prêss-konfêransa tevî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, gotîye rojnamevana.

“Emê hevkarîya nava goveka parastinêda bidine pêşxistinê. Fransîyayê qayîlîya xwe bona dayîna têknîka parastinê daye û Fransîyayê nava wê govekêda bi ruhê cabdarîyê wê  yekê berdewamke û nexweze ku êskalasîya hebe”,- Makron gotîye û serda zêde kirîye wekî Fransîya usa jî alîkarîya hûmanîtarî boy penaberên Qerebaxê berdewam dike, bi dayîna 29 mîlyon yûro.

Ewî usa jî derheqa mîsîya avropîye li Ermenîstanê, ya Yekîtîya Avropayê xeberdaye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button