H’emû nûçeSereke

Ji bo pêkanîna plana êmbargoya mezinbûna aborî ya ji  7 selefî bo me piştgirî pêwîste: Paşînyan ji hevaltîyên mezin yên fransî re

Serdana serokwezîr Nîkol Paşînyane li Fransîyayê berdewam dibe.Sibeha 22 ê sibatê, serokwezîr serdana “Klûba êlît ya dîyaloga sîyasî” kir, ku tê de bi serokên komeke ji kompanîyên mezin yên fransî re ku di warên cîhê de kar dikin, hevdîtinek pêk anî.

Ji ofîsa serokwezîrtîyê  ji news.am ê re ragîhand ku serokwezîr amaje bi rêjeyên geşepêdana aborî ya Ermenîstanê, pêrspektîvên xebatên aborî, bernameyên ku hukumetê di warê aborîyê de pêk tîne, gavên ji bo başkirina jîngeha karsazîyê, îhtîmalan nirxand, yên bernameyên veberhênanê.

Serokwezîr di axavtina xwe de dîyar kir ku di encama sala 2023  de dahata byûcêya dewletê ya Ermenîstanê li gor sala 2018 a hema du qat zêde bûye. Zêdebûn ji  90 selefî zêdetir e. “Ev tê wê wateyê ku gelek guhertinên girîng ji bo kêmkirina sîyê û baştirkirina rewşa pêşbazîyê li welat pêk hatine.Sala 2023 da li Ermenîstanê mezinbûna aborîyê ji 8,7 selef bû, ku eşkere nîşaneke bilind e.Sala 2022 a mezinbûna me ya aborî ji 12,6 selef , di sala 2021 ê da ji  5,6  selef bû”.

Serokwezîr dîyar kir ku di warê karan de pêşketineke girîng çêbûye. “Ji sala 2018 a û vir ve li Ermenîstanê 180 hezar karên nû hatin vekirin. Û ev ji 30 selefî zêdebûnek di tevahî karan de ye. Di heman demê de sala 2023 a jî girîng bû ku me di warê berhema navxweyî serê her kesî de pêşkeftinek girîng bi dest xist û bi rastî jî em niha li Qafqasya Başûr di rêza yekem de nin.

Hilbet veberhênan û hevkarîya aborî ya ku me bi Fransîyê re heye ji bo me gelek girîng in. Bê guman, hebûna pir dirêj û berbiçav ya “Pernod Rikar” li komara Ermenîstanê ji berê ve hate behs kirin, û çend pargîdanîyên din jî di pergala bankîngê ya Ermenistanê de, di rêvebirina fonên teqawidîyê de dixebitin. Ez dixwazim behsa hebûna hevaltîata “Vêolîa” li Ermenistanê bikim. Û me di van demên dawî de gotûbêj kir ku divê em hevkarîya xwe di sêktora avê de  kûr bikin. Bi encamên hilbijartinên awarte yên sala 2021 ê, erk hatîye danîn ku mezinbûna aborî ya salane ya navînî ji  7 selefî bê  mîsogerkirin, û em hêvîdar in ku hevaltîyên nû ji Fransîyayê jî bên Ermenistanê, di warên cuda de kar bikin, ji ber ku em jî hewce ne, piştgirîya ji bo pêkanîna plana êmbargoya mezinbûna aborî ya ji  7 selefî”, -serokwezîr gotîye.

Nîkol Paşînyan destnîşan kir ku di warê nûjenkirina aborîyê de projeyên girîng tên meşandin. “Di warê bernameyên veberhênanê de ez balê bikişînim ser plana avakirina 300 dibistan û 500 baxçên zaroka li Ermenîstanê. Hevaltîyên înşatê yên ku dibe ku em eleqedar bibin ku beşdarî îhaleyên wiha bibin, em jî eleqedar in. Projeya Bakûr-Başûr heye ku bi qasî 1 mîlyard dolar û zêdetir e”,- Paşînyan daye kifşê.

Nîkol Paşînyan bala hevaltîyên fransî kişand ser projeya “Bajarê Akademîk”. “Em dixwazin di warê xwendina bilind de bajarekî nû ava bikin. Me  wî warî de dest bi xebatên konkret kirine.

Divê ez tomar bikim ku em dixwazin di warê pîşesazîya pêşkeftî de bi projeyên veberhênanê yên cidî re eleqedar bibin. Qada têknolojîya agahdarîyê yek ji şaxên sereke yên aborîya me berdewam dike. Niha jî wezîreta darayî û wezîreta pîşesazîya têknolocîya bilind bi sêktorê re di gotûbêjan de ne ku em bibînin ka em çawa dikarin rêziknameyên qanûnî yên sektora  baştir bikin da ku welatê me di wî warî de balkêştir bibe”.

Mijarên hevkarî û îmkanên cîbicîkirina projeyan di warên avadankirin, pêşxistina jêrxana, çandinî, geştîyar, têknolojîyên bilind û pîşesazî de hatin gotûbêjkirin.Serokwezîr bersiva pirsên hevaltîyên beşdarî civînê bûne da.

Nîkol Paşînyan bi serokên Thales, hevaltîyên IDEMIA yên di warê têknolojiyên herî dawî de kar dikin, “Pernod Ricard”, Societe des Troia-Valles ku di warê tûrîzmê de kar dikin re hevdîtin cuda kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button