H’emû nûçeSereke

Serokwezîrê Ermenîstanê eşaretîyê dide ku qezîya êrîşkirina Adirbêcanêye nû dikare hebe

Adirbêcan guhdarîyê nade ser prînsîpên bona morkirina peymana aşîtîyê.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê hevpeyvîna tevî  France 24 ê gotîye.

Ewî fikira xwe raber kirîye û daye dîyarkirinê,wekî Adirbêcan  bona êrîşa nû xwe amade dike.

Piştî hevdîtina tevî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv, Nîkol Paşînyan gotibû,wekî kirinên Adirbêcanê sozdayînên bona rastkirina krîzeya di navbera herdu welatada înkar dikin.

“Roja îroyîn Bekû Ermenîstanê çawa “Adirbêcana Rojavayê” nav dike”,- Paşînyan gotîye.

Bi gotina wî, Îlham Elîyêv peymana aşîtîyê naxweze, ya ku li ser bingeha naskirina yekîtîya axê hatîye hîmdanînê, ew dixweze axa Ermenîstanê dagirke.

Çi ku derheqa alîkarîya Fransîyayêye leşkerîdane, serokwezîr ew gunehkarkirinên Bekûyê înkar kirîye, bi kîjana dibêje wekî Parîz  “rûn dike ser agir” û daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan sirîya xweda bona destanîna sîliha bi mîlyarda pera xerc dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button