H’emû nûçeSereke

Civaka navneteweyî gerekê hemû mêxanîzmayên ji bo dubarenebûna sûcên mîna Sûmgaîtê pêk bîne: wezîreta Ermenîstanêye karên der

Wezîreta  Ermenîstsanêye karên  der bi helkefta 36 emîn salvegera komkujîyên Sûmgaîtê daxuyanîyek da.

“Sala 1988 a  27 ê sibatê bi înîsîyatîva serokatîya Adirbêcana Sovyêtê û di bin şert û mercên îhmalkarîya mûtleq de, qetlîamên li ser gelê ermenî yên Sûmgaîtê dest pê kirin, ku bi bûyerên tundî, hovîtî, windakirinên bi zorê, xwedîderketin û binpêkirinên mezin yên mafên mirov. Jin, zarok û extîyar jî di nav de bi sedan ermenî hatin qetilkirin û bi hezaran ermenî jî bi destê zorê koçber bûn.

Piştî trajêdîya Sûmgaîtê li Kîrovabadê, Bakûyê û gundên din yên ermenî yên Adirbaycanê li dijî ermenîyan komkujî pêk hat. Ev bûyerên zincîreyî, mîna bi temamî bêcîhûwarkirina Naxîçêvanê ya berîya wan, nîşan da ku ev tawanên navborî ne qonaxên cuda yên şîdetê yên li ser bingeha neteweperestîyê ne, lê dîyardeyên birêkûpêk yên polîtîkaya dijminatîya ermenîyan ya ku ji alîyê dewletê ve hatîye plankirin û meşandine. Di encama wê sîyasetê de derdora 500.000 ermenîyên etnîkî bi destê zorê ji Adirbêcana Sovyêtê hatin derxistin.

Hêjayî gotinê ye ku van bûyeran ne tenê gelê ermenî kirine hedef, ew jî bi çalakîyên bi zanebûn ji bo ji holê rakirina mîrata ermenî û bi giştî şopa ermenîyan bûn.

Ji xwe di sedsala 21 da, di bin şert û mercên bêcezabûna tam de, Adirbêcanê heman sîyaseta têrorkirina ermenîyên xwecihî yên Qerebaxa Çîya, dorpêçkirina nemirovane, birçî hiştina wan û di dawîyê de bi bikaranîna hêzê, paqijkirina etnîkî, valakirina Qerebaxê berdewam kir, ku tevî sê biryarên qanûnî yên ku ji alîyê dadgehê ve hatine dayîn jî tevî dadwerîya navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî temam bû.

Îro jî Adirbêcan sîyaseta xwe ya ji holê rakirina şopên ermenîyan yên di bin destê xwe de, wêrankirina berhemên olî û dîrokî-çandî yên ermenîyan didomîne. Îro jî sîyaseta dijminatiyê ya li dijî Komara Ermenîstanê bi gotinên nefret, gef û gotinên êrîşkar yên di asta bilind de ye, ku ji bo derbazkirina dijminatîya gelan û pêkanîna aştî û aramîyê li herêmê asteng e.

Civaka navneteweyî sûcên girseyî yên ku hatine kirin bi guncan binirxîne û hemû mêxanîzmayên berdest ji bo pêşîgirtina li dubarebûna van tawanan û ji bo ku Ermenîstanê ji bo aştîyeke bi rûmet û mayînde li Qafqasyaya Başûr bi dest bixe, bike alîkar”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button