Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) ragihand ku li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, 16 DAÎŞ î hatine girtin.
Ev kes roja pêncşemê di opêrasîyoneke HSD yê de hatin girtin.
Berdevkê ragîhandinê yê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) Ferhad Şamî bi rêya hesabê xwe yê X ê got:
“16 endamên DAÎŞ ê hatin girtin ku destê wan di êrîşên têrorî yên li himberî hêzên me de hebûye”.
Ferhad Şamî da zanîn ku HSD yê dest danîye ser gelek çek û amûrên leşkerî jî.
Ferhad Şamî herwiha ragîhand ku dijî têrora Rojavayê Kurdistanê 22 sibatê bi piştgiriya hevpeymanîya navneteweyî li Dêrezorê fermandarekî DAÎŞ ê yê bi navê Husîn Newaf el-Husîn girtîye.
Ferhad Şamî amaje pê kir ku Husîn Newaf el-Husîn “ji êrîşên ku hêzên leşkerî û sazîyên sivîl kirine hedef” berpirsyar e.
HSD yê par li herêmên di kontrola xwe de zêdetirî 350 endamên DAÎŞ ê girtibûn.