Zêdeyî 30 rêxistinên sîvîl yên Ermenîstanê bang dikin ku beşdarî Civîna COP29 a neteweyên Yekbûyî ya ku li Adirbêcanê tê lidarxistin nebin
Zêdeyî 30 sazîyên sîvîl yên Ermenîstanê bi daxuyaniyekê bang li nûnerên civaka sivîl kirin ku beşdarî 29 emîn rûniştina konfêransa partîyên peymana çarçoveya guhertina avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (“COP29”) a li Adirbêcanê nebin.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:
DAXWEDÊ CIVAKÊ SIVÎL BIKIN KU NEBEŞDAR BIBIN COP29 YA Adirbeycanê
Civîna 29 emîn ya konfêransa partîyên peymana çarçove ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser guhertina avhewayê (“COP29”) tê plankirin ku di 11-24 ê mijdara sala 2024 a li Adirbêcanê bê lidarxistin.
СОР29 dê li welatekî ku di sala 2024 de pêk bê bi biryara meclîsa parlamenteran ya konseya Avropayê ji ber gelek sedeman, bi taybetî ji ber organîzekirina dorpêçkirina Qerebaxa Çîya û opêrasyonên leşkerî, binpêkirinên berdewam yên mafên mirovan, ji miclîsa parlamentaran hat derxistin. Li Adirbêcanê, çewsandina sîyasetmedarên muxalif û medyaya serbixwe.
Koalîsyona sîvîl ya sirgûîiyên Adirbêcanê ku ji alîyê înstîtûya mafên mirovan û înstîtûta Azadî û Ewlehîya Rojnamegeran ve tê temsîlkirin, bang li welatên endamên Neteweyên Yekbûyî dike ku nirxandineke obêktîv li ser mafên mirovan û dêmokrasîyê bikin. Rewşa Adirbêcanê û rê nede desthilatdarên niha yên wî welatî ku ji bûyereke mezin ya mîna COP-29 li wî welatî berdêlên sîyasî derxînin.
Li Adirbêcanê, li hemberî zextên li dijî çapemenîya serbixwe û civaka sivîl, komeleyên sexte yên “gelemperî” tên efirandin, wek koalîsyona yekemîn jîngeh ku vê dawîyê hat avakirin, ku rojeva êrîşkar û leşkerî ya hukumeta Elîyêv pêş dixe. Yek ji damezrînerên koalîsyonê Emîn Mamedov e ku di salên 2022-2023a dorpêçkirina Qerebaxê de bi awayekî çalak beşdar bû. Di encama dorpêçê de derdora 120 hezar kes ji pêdivîyên sereke, germkirin û derman bêpar man. Dûre jîngehparêzên sexte bi artêşê hatin guhertin. Ermenîyên etnîkî yên Qerebaxê bi destê zorê ji malên wan hatin derxistin. Xaka Qerebaxa Çîya rastî qirkirina etnîkî hat.
Adirbaycan bi piştgiriya şirketên mezin yên pêtrolê û hin serkirdeyên sîyasî hilberîna sotemenîyên karbonê berfireh dike. Di heman demê de, xetereyên avhewa û zirara hawîrdorê pir zêde dibin. Xaka nîvgirava Abşêronê bi neft û hilberên neftê, berlyûm, pîl, ûranyûmê qirêj e. Qada qirêjê 21,3 hezar hektar e.
“Azêr-Yod” kanala avdanê ya Mîl Mûganê de îyota radyoaktîv derdixe ku avê dide gundên Mîrgûrbanlî û Yênî Gişlagê yên herêma Neftçal ya Adirbêcanê. Niştecîh gilî kirin, lê çapemenîya di bin kontrola hökömetê de tenê bi karmendên pargîdanîyê re hevpeyvîn kir.
Sala 2023 a niştecîhên gundê Soyûdlû yê navçeya Gêdabêk ya Adirbêcanê li dijî çêkirina çopa sîyanûrê ya ku ji bo bermahîyên ku di xebata kanzaya zêr û zîv a Gyadabayê da çêdibin, nerazîbûn nîşan dan. Li dijî welatîyan ji alîyê sazîyên înfazê ve, bi fîşekên plastîk, îsotê û gaza rondikrêj bi kar anîn. Ji bo parastina şênîyên gundê Soyûdlû û hawirdorê ti rêxistineke Adirbêcanê derneketîye pêş.
Beşdarbûna rêxistinên nehukumî yên serbixwe û çapemenîya azad di COP 29 ya Bakûyê de garantîya ewlehîyê nîne, provokasyon yan derxistina bi destê zorê ji wî welatî nayê red kirin, wek ku di sala 2024 a de li Adirbêcanê endamê parlamentoya Swîsreyê Nîk Gûgêr qewimî. Di dema hilbijartinên serokatîyê de, tevî ku di komîsyona navendî ya hilbijartinan ya Adirbêcanê de wek çavdêrekî pejirandî û pasaporta dîplomatîk ya Swîsreyê bû, bi awayekî hovane û bi awayekî eşkere ji Adirbaycanê hat derxistin.
“Em ji ewlehiya çalakvanên avhewa yên ku dê biçin COP29 bi fikar in. Em dizanin ku civaka sivîl li Adirbaycanê di çalakîyên xwe de pir bisînor e û nikare bi ewlehî ji bo pirsgirêkên civakî yên girîng parêzvaniyê bike. Endamên me ji xwe di dema danûstandinên avhewayê de rastî cudaxwazîyê hatine, ji ber vê yekê sêkrêtarîya peymana çarçove ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser guhertina avhewayê divê girîngîyek taybetî bide ewlehî û beşdarîya mezin ya civaka sivîl di COP29 de,” got Olga Boyko, koordînatora mezintirîn navneteweyî tora avhewayê CAN EECCA:
Em rêxistinên civaka sivîl yên ku li jêr îmze kirine, helwesta sazîya navneteweyî ya desthilatdar PACE ya der barê Adirbaycanê de, gelek daxuyaniyên civaka sivîl yên li ser platformên navneteweyî yên têkildarî binpêkirinên mafên mirovan yên li Adirbêcanê, her wiha redkirina hewldanên manîpûlatîf yên rêxistin û koalîsyonên sexte yên hawirdorê yên Adirbêcanê ji bo rojeva sîyasî ya êrîşkar ya rêjîma dîktator ya Elîyêv ferz bike, em bang li civaka sivîl dikin ku beşdarî pêşandana sîyasî ya ku ji alîyê lobîya pêtrolê COP29 ve tê organîzekirin nebe.
Daxuyanî ji bo tevlêbûnê vekirî ye.
1. Rêxistina giştî ya agahdarkirina “êkoLûr”.
2. “Navenda Hevgirtin û Piştevaniya Civakî” Rêxistina giştî.
3. “Yekîtîya Giştî ya êkolojîk” Rêxistina giştî.
4. Weqfa jîngehê “Dalma-Sona”
5. Byûroya Vanazorê ya miclîsa sîvîl ya Hêlsînkî
6. Navenda dijî gendelîyê ya Transparency International
7. “Komeleya Hêlsînkî” Rêxistina giştî ya Mafên Mirovan
8. Rêxistina giştî ya jîngehê ya “Ermenîstana Kesk”.
9. Rêxistina giştî “Qanûna Jîngehê”.
10. “Navenda lêkolînê ya mafên mirovan” Rêxistina giştî
11. Rêxistina giştî “Navenda Pêşveçûna Pêrspêktîvê”.
12. Rêxistina giştî “Daristanên Ermenîstanê”.
13. “Enîya hawirdora ermenîyan” Însîyatîva dilxwazî
14. Rêxistina giştî ya êkolojîk û çandî “Xazêr”.
15. Rêxistina giştî “Jûst Dêmokrasî”.
16. Rêxistina giştî ya mafên mirovan “Fînk”.
17. Rêxistina giştî “Dîyaloga Aştîyê”.
18. Rêxistina giştî ya “Navenda Çavkanîyên Jinan”.
19. Rêxistina giştî “Jina serkeftî”.
20. Rêxistina giştî ya mafên mirovan “Kontrola Giştî”.
21. Rêxistina giştî “Klûba Hêlsinkî ya Sipî”.
22. Rêxistina giştî “ Horîzonên nû”.
23. Rêxistina giştî “Guherîna Kesk”.
24. “Meclîsa civaka Jinan ya Martûnû” Rêxistina giştî
25. Klûba çapemenîyê ya Gorîsê.
26. Klûba rojnamevanîya giştî.
27. Rêxistina giştî ya cîwanan “Sînêmart”.
28. Rêxistina giştî “Navenda Ciwanên sîvîl”.
29. Hevbendîya ewlehîya kîmyeyî.
30. Fona pêşketin û parastina mafan, Rêxistina giştî
31. Rêxistina giştî “Navenda perwerdehîyê ji bo mafên wekhev”.