H’emû nûçeSereke

Eger seredaneke wiha hebe, ez difikirim ku ewê seredaneke herêmî be: Alên Sîmonyan di derbarê seredana Zêlênskîda

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan gotîye ku derbarê seredana serokê Ûkrayînayê Valadîmîr Zêlênskî ya bo Ermenîstanê agahî tunene, lê ew di wê bawerayê de ye ku eger seredaneke usa hebe ewê seredaneke herêmî be.

Li gorî nûçeya “Armênpress”ê, Sîmonyan di axaftina xwe ya li gel rojnamevanan li parlemêntoyê nêrîneke wiha anîye ziman.

“Agahîyên wiha niha tunene. Lê eger seredaneke wiha hebe, ez difikirim ku ewê seredaneke herêmî be, lê ne li Ermenîstanê”,- serokê parlamêntê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button