H’emû nûçeSereke

“Em hêvîdarin ku wextê hevdîtina wezîrên karên der yên Ermenîstanê û Adirbêcanê wê pêşketin çêbibin”: serokwezîr

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di daxuyanîya xweda, ya tomerîkirina encamên hevraxeberdanên tevî serokwezîrê Yûnanistanê Kîryakos Mîsotakîs ,bi hêvîdarî gotîye ku wextê civîna wezîrên karên der, yên Ermenîstanê û Adirbêcanê wê pêşketin çêbibin.

 “Hûn dizanin ku di demeke nêzîkda hevdîtina wezîrên karên der, yên Ermenîstanê û Adirbêcanê, wê pêk bê. Em hêvîdarin ku di wê hevdîtinêda pêşketin wê çêbibin”,- Nîkol Paşînyan gotîye.

Serokwezîrên herdu welatan li ser pirsên herêmê û kirinên ji bo pêşkeftinên zêdetir gotûbêj kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button