H’emû nûçeSereke

Me pirsek daye Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv û ew pirs bêyî bersiv maye: serokê parlamênta Ermenîstanê

Desthilatdarîya Ermenîstanê her xemgînîke welatîyê Ermenîstanê, ya hindava Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, pareve dike.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan gotîye rojnamevana, dema ku ewî derheqa qerimandina beşdarbûna nava xebatên organîzeyêda daye dîyarkirinê.

“Serokwezîr gotîye,wekî beşdarnebûna Ermenîstanê pêwandîya qerimandîye.Me pirsek daye Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, ya ku bêyî bersiv maye. Me pirsîye ku zona cabdarîya organîzeyê kîjane, hûn Ermenîstanê nas dikin, Ermenîstan bi kîjan sînorava nava organîzeyêdane.Bersiva vê pirsê tune û ez difikirim,wekî organîze bi xwe  naxebite”,-Sîmonyan gotîye.

“Çawa bersiva wê pirsê,heger usaye bona çi Ermenîstan ji organîzeyê dernakeve, Sîmonyan gotîye: “ Em hîvîyêne ku wê çi bibe”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button