H’emû nûçeSereke

Fikira sereke ya polîtîkaya ewlehîyê ya Ermenistanê çareserkirina pirsgirêkên bi cînaran re ye: rojhilatzan

Fikira sereke ya polîtîkaya ewlehmyê ya Ermenistanê, çareserkirina hemî têkilîyên bi pirsgirêk e, nemaze pirsgirêkên bi cînaran re. Û Fransîya tenê yek ji wan e ku bersiva pêrspêktîva kûrkirina sîyaseta pirvêktorî ya bi Yêrêvanê re dide. Li gorî nûçeya “Armênpress”ê, rojhilatzan, namzetê zanistên dîrokî Armên Pêtrosyan di axaftina xwe ya bi rojnameya Tirkî ya Bir Gûnê re derbarê geşedanên li Başûrê Qafqasîyayê de nirxandinek wiha kir.

” Sala 2020: şer û kiryarên êrîşker yên piştî wê, ku bi taybetî piştî destpêkirina şerê Ûkraynayê bi êmbargo û xeternaktir bûn, nîşan da ku divê sîyaseta Ermenîstanê ya ewlekarî bê vegerandin û bi awayekî sîstêmatîk  bê guhertin. Mesele ev e ku bi dehan salan, Yêrvanê sîstêmeke ewlekarî ya navendî li ser bingeha hevkarîya pirqatî bi Moskvayê re ava kirîye. Di vê navberê de ji ber gelek sedemên obyêktîv û sûbyêktîf ev sîstêm bi têra xwe naxebite, di encamê de Ermenîstan û gelê ermenî xisareke stratêjîk dîtin.

Ji ber vê yekê di şert û mercên wiha de pêwîstî bi guhertina naveroka sîyaseta ewlekarîya Ermenistanê hebû. Û prînsîpa sereke ya wê armancê ne avakirina mêxanîzmên ewlekarî yên herî zêde lihevkirî bi yek navendê re, lê sîyaseta cîhêrengbûnê li ser bingeha mantîqa pirfaktorî, li ser bingeha hevgirtina berjewendîyan bi aktorên cuda re di rêyên cuda de bû”.

Li gorî pispor, ji bo ewlekarîya Ermenîstanê hilbet faktorên cuda yên girîng lê girîng hene. “Mînakî, hevkarîya berdewam ya pirvêktorî ya bi Rûsyayê re, derfetên nû ji bo kûrkirina têkilîyên bi Yekîtîya Avropayê, Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, gelek welatên ereb re di warê sîyasî û aborî de, destpêkirina mîsyona çavdêriya sîvîl ya Yekîtîya Avropayê, hevkarîya bi Hindistanêra di warê sîyasî û aborî de, qadên leşkerî-pîşesazîyê, aborî, binesazîyê, pêrspêktîvên nû yên di warê ewlehîyê de.

Pêtrosyan bal kişand ser hevkarîya Ermenîstan-Fransîyayê di çarçoveya sîyaseta giştî ya Ermenistanê da ku serwerîya xwe, yekparebûna axa xwe û têknedana sînoran mîsoger bike. “Derbarê Fransîyayêda, Parîz yek ji wan yekem bû ku bersiv da pêrspektîva kûrkirina pirvêktorî, di nav de sîyaseta leşkerî û ewlehîyê ya bi Yêrêvanê re. Bi giştî, ev tabloya rasteqîn e, ku li himberî rû bi rûbûna propaganda ya taybet ya cîhana îroyîn, gelek caran ji alîyê ne dostên welatê me ve bi qestî wek sîyaseta Yêrêvanê ya guhertina vêktora gêopolîtîk tê raberkirin.

Pispor axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Fikira sereke ya polîtîkaya ewlehîyê ya Ermenîstanê, çareserkirina hemû têkilîyên bi pirsgirêk e, bi taybetî jî pirsgirêkên bi cînaran re. Û ev tê wateya îmzekirina peymana aştîyê bi Adirbêcanê re, birêkûpêkkirina têkilîyên bi Tirkîyayê re. Eger pirsgirêk bên çareserkirin, wê rasterast bandorê li lehengên pêşeng yên polîtîkaya ewlekarîya Ermenîstanê, pêrspêktîva pêşketina aştîyane ya tevahîya herêmê bike”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button