H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê her sê rêwîyên bi balafireke ermenî tên veguhestin: wezîrê îdareya herêmî û binesazîyê

Sala 2023 a de li Ermenîstanê  cîguhastina rêwîyan zêde bû, meyla wê heta roja îro didome. Li gorî agahîyên “Armênpress”ê, wezîrê îdareya herêmî û binesazîyê Ginêl Sanosyan di civîna pirs û bersivan de li gel endamên hukumetê li meclîsa neteweyî  gotîye.

Wezîr di destpêkê de amaje bi wê yekê kir ku li firegeha “Şîrak”ê karên mezin yên avakirinê hatine kirin û heta niha jî berdewam in.

 “Ji bilî ku rîya firînê bi temamî hate serrastkirin, beşek ji avahîyê jî hate serrastkirin û li beşa din jî xebatên avakirinê berdewam dibin.”Di demeke nêzîk de, rêwîyan  di beşên bi tevahî başkirî û tamîrkirî re derbas bibin”,- Sanosyan gotîye.

Li gorî wî, di salên dawî de di sêktora hewavanîyê de pêşkeftine pir erênî hate tomarkirin

 “Sala par li trafîka rêwîyan zêde bû û ev meyl berdewam dibe. Cîhê kêfxweşîyê ye ku hêlên hewayî yên Ermenîstanê beşdarîya xwe dikin û niha her sê rêwyek ji hêla yek ji rêwîyên ermenî ve tê veguheztin”,-  Sanosyan daye kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button