H’emû nûçeSereke

Parlamenta Avropayê 2 biryar qebûl kir û bang li Yekîtîya Avropayê kir ku  cezayên dijî Adirbêcanê mîyaserkin

Parlamênta Avropayê biryar qebûl kirîye bi kîjanê bang li Yekîtîya Avropayê dike ku demildest cezayên li dijî Adirbêcanê mîyaserkin û peymana lihevkirinê ya li ser hevkarîya stratêjîk ya ênêrjîyê rawestîne, sêkrêtarê fraksîya “Peymana sîvîl” ya miclîsa neteweyî ya Ermenîstanê Artûr Hovhannisyan li ser rûpela xwe ya facebookê nivîsîye.

 “Parlamênta Aropayê 2 biryar li ser sîyaseta ewlekarî û berevanîyê ya Yekîtîya Avropayê qebûl kir û di her yek ji wan de bang li Yekîtîya Avropayê dike:

Tavîlê cezayên li ser Adirbêcanê sepînin û peymana têgihîştinê ya li ser hevkarîya stratêjîk ya ênêrjîyê rawestînin.

Amade bin ku sîzayên armanckirî û takekesî li dijî serkirdayetîya sîyasî û leşkerî ya Adirbêcanê bisepînin, îtxalata neft û gazê rawestînin di dema her êrîşek leşkerî ya Adirbêcanê li dijî Ermenîstanê.

Wezîfeya mîsîyona Yekîtîya Avropayê ya li Ermenîstanê bê xurtkirin, mezinbûna wê, dirêjkirina dema wê û bicîhkirina çavdêran li ser sînorê Tirkîyayê.

Danûstandinên li ser peymaneke nû ya hevkarîyê bi Adirbêcanê re rawestînin”,- ewî nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button