H’emû nûçeSereke

Serok Barzanî spasîya serokê Ermenîstanê kir

Serok Barzanî û serokê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan li Pîrmamê hevdîtinek kir.

Vahagin Xaçatûryan li Bexdayê bi rayedarên Îraqê re hinek hevdîtin kiribûn.

Xaçatûryan piştî zîyareta xwe ya li Bexdayê îro gihîşt Hewlêrê û li balafirgeha navneteweyî ya Hewlêrê ji alîyê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkiririn.

Serok Barzanî piştre li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê Vahagin Xaçatûryan qebûl kir.

Li gorî daxuyaîya ofîsa Barzanî, serok Barzanî ji ber rêza ku li mafên kurdên li Ermenîstanê tê girtin, spasîya Xaçatûryan kir.

Vahagn Xaçatûryan jî pesinê pêşveçûn û geşedanên li Herêma Kurdistanê da.

Xaçatûryan amaje bi rola serok Barzanî ya ji bo “bihevrejîyana civakên cuda, tekoşîna bi terorîzm û fanatîzmê re” da.

Serok Barzanî û serokê Ermenîstanê bal kişandin ser pêwendîyên dîrokî yên kurd û ermenan.

Herdu alîyan da zanîn: “Rêya çareserkirina pirsgirêkên li pêşîya nifşên nû aştî ye”.

Herwiha hat daxuyandin ku divê pêwendîyên aborîyê yên Herêma Kurdistanê û Ermenîstanê hîn bêhtir bên bipêşxistin.

Li rexê din, Barzanî li ser pirsgirêkên Hewlêr û Baxdayê got: “Rêya çareserkirina pirsigrêkan, rîyayetkirina destûra bingehîn e”.

Pêwendîyên Ermenîstanê û Herêma Kurdistanê

Li Hewlêrê konsûlxaneya Ermenîstanê heye û Ermenîstan bi rêya sazîyên xwe yên dîplomatîk girîngîyê dide pêwendîyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re.

Li Herêma Kurdistan gelek ermenî û li Ermenîstanê jî gelek kurd dijîn.

Li gorî amarên konsûlxaneya Ermenîstanê, qebareya bazirganîyê ya herdu alîyan 250 mîlyon dolarî derbaz dibe.

Herdu alî di warê perwerdeyê de jî hevkarîyê dikin.

Li gorî amarên fermî, heta dawîya sala 2023 a nêzîkî 400 xwendekarên ji Herêma Kurdistanê li zanîngehên taybet yên Ermenistanê xwendîye.

Li hêla din, Ermenîstan ji sala 2022 a alîkarîyê dide kurdên êzidî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button