Cimeta ermenî sala 2021 ê plana mezin ya ku Ermenîstanê gerekê bikira endama dewleta yekîtîya Rûsîyayê û Bêlarûsê teriband: serokê parlamênta Ermenîstanê
Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan hesab dike wekî cimeta ermenî bi hilbijartina xweye sala 2021 ê, plana gêopolîtkîye mezin teribandîye, bi kîjanê Ermenîstan gerekê bibûya endama dewleta yekbûyî, ya Rûsîyayê û Bêlarûsê.
Sîmonyan ew yek jî hesab kir wekî pevketinên di navbera Rûsîyayê û Tirkîyayê, yan jî Rûsîyayê û Adirbêcanê diqewime hebûne.
“ Gerekê tu kes zendegirtî nemîne,wekî Ermenîstan dicêribîne serbestîya xwe xweyke.Cimeta ermenî kete nava wê planê, kîjanê sala 2021 ê ew desthilatdarî hilbijart, ya ku gerekê dûr biketa û desthilatdarîke nû bihata ku em bibûna endama welatê yekbûyî. Plan ev bûye”,- serokê parlamêntê gotîye.
Ewî gotîye,wekî diqewime êskalasîya pevketî jî hebe. Xemgînîya Ermenîstanêye here mezin ewe, ku derbê bighîje kîderê. Sîmonyan hesab kirîye wekî derb bi destê Adirbêcanê tê kirinê û ew yek dijî serbixwetîya Ermenîstanêye.
“Cimeta ermenî bi hilbijartina xweye sala 2021 ê, plana gêopolîtkîye mezin teribandîye, bi kîjanê Ermenîstan gerekê bibûya endama dewleta yekbûyî, ya Rûsîyayê û Bêlarûsê: eve plana mezin”,- Sîmonyan gotîye.