H’emû nûçeSereke

Serokê Herêma Kurdistanê bi serokê Ermenistanê re dicive

Serokatiya Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de amaje daye, serokê Herêma Kurdistanê Nêzçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi serokê Ermenistanê Vahagin Xaçaturyan re civiya.

Di wê civînê de ku sîgirên serokê Herêma Kurdistanê û wezîrên peywendîdar yên Hukumeta Herêma Kurdistanê amade bûbûn, danûstandin li ser peywendiyên Ereminstanê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û taybet di warê aborî de hatin kirin, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa Îraqê û Herêma Kurdistanê û rewşa pêkhatan li hev guhertin.

Herdu aliyan behsa derfetên pêşxistina peywendiyên Ereminstanê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re di warên bazirganî, weberhênan, kertê taybet, pizişkî û geştyariyê de kirin, herwesa bal kêşa ser derfetên geştên rasterast yên asmsanî yên navbera Ermenistan û Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve.

Li dû ragehandina serokatiya Herêma Kurdistanê, dawî pêşhatên rewşa deverê bi rengekî giştî mijara tewerekî din ê wê civînê bûn.

Serokê Ermenistanê,  bi serdaneke fermî gehişt Bexdayê û bi berpirsên bilind yên Îraqê re civiya, li Hewlêrê û ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve pêşwazî lê hat kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button