H’emû nûçeSereke

Eger Yekîtîya Avropayê pêşnîyara endametîya Ermenîstanê bike, emê bersivê bidin: sêkrêtarê  encûmаna ewlekarîyê

Eger Yekîtîya Avropayê pêşnîyara endametîya Ermenîstanê bike, emê bersivê bidin. Derbarê wê yekêda sêkrêtarê encymаna ewlekarîyê Armên Grîgoryan wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Ermenîstanêye Civakî gotîye.

“Ji hildana vîzayê bigire heya аmûra аşîtîyê ya awropî rojeva tevî Avropayê berfireye. Ewlekarî di rojeva Yekîtîya Avropayêda cihekî pir bilind digire.Fransyayê bi Ermenîstanêra hevkarîyeke leşkerî-têknîkî ya mezin daye destpêkirin”,- Grîgoryan gotîye.

Bi axavtina derheqa wan hinek gotinada ku navnîşa sîlihên ku Fransîya dide sînorkirîye û nava wanda sîlihên rast tunene, Grîgoryan gotîye ku ew ji wan axavtina zendegirtî maye.

 “Fransîya sîlihên bi têknolojîyên pêşkeftî dide me”,- ewî gotîye û axavtina xwe berdewam kirîye: “Hevkarîya leşkerî-têknîkî ne usaye ku em bi tevayî vekirî nîqaş bikin. Ji bo vê xebateke bêdeng pêwîste”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button