H’emû nûçeSereke

Ermenîstan her tiştî dike ku prînsîpên ku peymana aşîtîyêda bi hevra hatine qayîlkirinê piştrast bike: Rûbên Rûbînyan

Ermenîstan amadeye û her tiştî dike ku prînsîpên ku peymana aşîtîyêda bi hevra hatine qayîlkirinê piştrast bike, lê em amadebûna ji alîyê Adirbêcanêda nabînin.

Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, derbarê wê yekêda cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Rûbên Rûbînyan, wextê panêla ku di çarçoveya forûma dîplomasî ya li Antalyayê hat lidarxistin, gotîye.

“Ermenîstan amadeye û her tiştî dike ku prînsîpên ku peymana aşîtîyêda bi hevra hatine qayîlkirinê piştrast bike. Di wê rewşêda, aşîtî pir nêzîke, lê em amadebûna Adirbêcanê nabînin.

Ew prînsîp hevdu naskirina yekparçeyîya axa Ermenîstanê û Adirbêcanê li gorî daxuyanîya Almatayê, pêkanîna proseya xêzkirin û veqetandina sînora jî li gorî daxuyanîya Alamatayê, vekirina pêywandîyên herêmî li ser bingeha serbixwetîyê û wekhevîyê ne”,- Rûbînyan gotîye.

Li gorî wî, di projeya rêkeftina aştîyê de 2 xalên hevraqayîlkirî hene ku van pirsgirêkan çareser dikin.

“Ermenîstan û Adirbêcan yekparçetîya axa hevdu nas dikin û pêşerojêda jî tu dewekarîyên axê li himberî hevdu nakin û alî nikarin ji bo cî bi cîkirina bendên peymana aşîtîyê qanûndarîya navxweyî raberkin.

Heger Adirbêcan van xalan îzbat bike wê demê peymana aşîtîyê dikare bê îmzekirin”,- Rûbînyan gotîye.

Cîgirê serokê parlamêntê destnîşan kirîye ku Ermenîstan rêya mîlîtarîzekirinêda naçe, Ermenîstan parastina xwe xurt dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button