H’emû nûçeSereke

Ermenîstan tu carî qayîl nebûye ku korîdoreke ji axa xwe der bide Adirbêcanê: Rûbên Rûbînyan

Ermenîstan tu carî qayîl nebûye ku korîdoreke ji axa xwe der bide Adirbêcanê.

Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, derbarê wê yekêda cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Rûbên Rûbînyan, wextê panêla ku di çarçoveya forûma dîplomasî ya li Antalyayê hat lidarxistin, dîyar kirîye.

“Helwesta Ermenîstanê ewe ku li Qafqasîya Başûr vekirina rêyên herêmî li gorî prînsîpên serbixwetîyê,yekparebûna axê û wekhevîya welatan pêk bê. Ev yek gelekî zelale, em bi vê yekê razî ne, serokkomarê Adirbêcanê jî bi vê yekê razî ye, em vê yekê datînin ser kaxezê û pêk tînin”,- Rûbînyan gotîye.

Cîgirê serokê parlamêntê serda zêde kirîye, ku carina têrmîn tên bikaranîn û bi wê yekê armanca rast ya kesên ku wan bikar tînin nîşan dide. “Wek mînak, çima Ermenîstanê biryar da ku înîsîyatîva xwe ya ji bo rakirina blokên tevgirêdana yên li herêmê çawa “Xaçerêya aştîyê” bi nav bike? Ji ber ku em dixwazin herêma me bibe xaçerêya aşîtîyê. Li Adirbêcanê gotina “Korîdora Zengêzûrê” dîsa bikar tînin. Di axa Ermenîstanêda cîhekî bi navê “Zangêzûr” tune ye û Ermenîstan tu carî qayîl nebûye ku korîdoreke ji axa xwe der bide Adirbêcanê”,- Rûbînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button