SerekeSîyasî

Roja hilbijartinên parlamêntoya Kurdistanê dîyar bû

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryarnameya hilbijartinên parlamêntoya Kurdistanê îmze kir.

Serokatîya Herêma Kurdistanê ragîhand ku dê hilbijartinên parlamêntoya Kurdistanê 10 ê hezîrana sala 2024 a bên kirin.

Li gorî daxuyanîya serokatîyê, Nêçîrvan Barzanî ferman daye ku hilbijartinên serdema şeşan yên parlamêntoya Kurdistanê 10 ê hezîrana sala 2024 a bên encamdan.

Li gorî biryarnameyê, divê hemû alî hevkarîyê bi lijneya bilind ya serbixwe ya hilbijartinan ya Îraqê re bikin û berpirsîyarîyên xwe bi cîh bînin.

Çi bûbû?

Biryar hatibû dayîn ku hilbijartinên parlamêntoya Kurdistanê  sala  2022 a çirîa pêşin bên kirin.

Lê ji ber nakokîyên di navbera Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê (PDK) û Yekîtîya Niştimanî ya Kurdisyanê de (YNK) ev hilbijartin hatibûn taloqkirin û dema peywira parlamêntoya Kurdistanê salekê hatibû dirêjkirin.

Dadgeha fêdaral ya Îraqê gulana  sala 2023 a biryar da ku dirêkjirina dema peywira parlamêntoya Kurdistanê ne yasayî ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî vê yekê biryar da ku hilbijartin 25 ê sibata  sala 2024 a bên kirin.

Ji ber ku dadgeha fêdaral ya Îraqê gilîyên li ser “kotayên pêkhateyan” û “Yasaya hilbijartinan ya parlamêntoya Kurdistanê” dinirxandin pêvajo rawestiyabû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button