H’emû nûçeSereke

Yûnanistan tevî Ermenîstanê nava goveka parastinêda, nava lêkolînên nûbûnêda, dikarin hevkarîya açix mîyaserkin

Wezîrên Ermenîstanê û  Yûnanistanêye parastinê pirsên derheqa qewînkirina pêwandîyên nava goveka parastinêda gotûbêj kirine.Ew gotûbêjkirin nava çarçoveya qayîlnivîsara dualîda pêk hatîye.

“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî derheqa wê yekêda wezîrê Yûnanistanêyî parastinê Nîkos Dêndîas derheqa wê yekêda gotîye rojnamevana.

“Roja îroyîn em şedê halê gelekî neqewînin, çimkî hêzên usa hene, yên ku mafê navneteweyî, peymanên navneteweyî, usa jî qîmetîyên tomerî û prînsîpên Organîzeya Netewên Yekbûyî hesab hilnadin. Berxudana li ber wê yekê gerekê bibe pirsgirêka civaka navneteweyî.Em gerekê bidine kifşê, ku em amadene pêşîya dew û doza bigrin û bicêribînin paşda vegerine ser halê edil.Her dem gerekê gorî mafê navneteweyî bişuxulin”,- Dêndîas gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê,wekî tevî wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan gavên praktîk, yên bona pêşxistina pêwandîyên dualî gotûbêj kirine.

“Me îsal bernama hevkarîya leşkerî îmze kirîye û hêzên herdu welata wê beşdarî  bernamêbin.Berê jî encamên girîng hebûne, dema ku bona xwendina li mektebên Yûnanistanêye leşkerî ji Ermenîstanê gelek pêşnîyar hebûne,em têra dibînin bi mêvandarî qebûlkin”,-wezîr gotîye.

Ewî usa jî daye dîyarkirinê ku herdu welat dikarin bi açixî nava pirsa nûbûnên nava goveka parastinêda hevkarîyê bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button