H’emû nûçeSereke

Dêlêgasîya Ermenîstanê rastî hevkarên îraqî hatine

Nava çarçoveya seredana serokkomarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryane li Îraqê,ya ku ji 26 a hetanî 29 ê sibatê pêk hatîye, usa jî dêlêgasîya  bîznêsê û karmenda çûbû Îraqê, li kîderê hevdîtinên tevî karsazên li wir pêk hatine.

Li palata Îraqêye barzirganîyê, pirsên derheqa kûrbûna pêwandîyên êkonomîkîda, yên di navbera herdu welatada, hatine gotûbêjkirinê.Hevdîtinên cuda-cuda hatine pêkanînê, wextê kîjana pêrspêktîvên hevkarîya pêşerojê hatine gotûbêjkirinê.

Li Bexdayê, dawîya hevdîtinada hatîye pêşnîyarkirinê, ku potênsîyala Ermenîstanêye êkonomîkî bidine aktîvkirinê û piştgirîyê bidine bernamên girêdayî govekên têknolocîya, kirîn-frotanê, tûrîzmê û yên mayînva.

Dêlêgasîya  Ermenîstanê usa jî li Kurdistana Îraqê beşdarî hevdîtina bûye.Pêrspêktîvên kirîn-frotanê, aktîvkirina pêwandîyên êkonomîkî, seredanên dualî, hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button