H’emû nûçeSereke

Pêskov hêvîdare wekî nava pêwandîyên Rûsîyayê û Ermenîstanêda hemû dijwarîyên heyî wê derbazbin

Berdevkê serokê Rûsîyayê Dmîtrî Pêskov bi hêvîdarî gotîye,wekî dijwarîyên heyî, yên  nava pêwandîyên Rûsîyayê û Ermenîstanêda wê bêne altkirinê û daye dîyarkirinê,wekî hevkarîya di navbera herdu welatada kardare.

“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda ajansa TASS ê daye dîyarkirinê û xeberên berdevkê serokê Rûsîyayê Dmîtrî Pêskov anîye ber çeva.

“Cînarên here nêzîk jî dikarin nava wedekîda bikevine nava pêwandîyên sert. Lê bona wê yekê xwestina sîyasî pêwîste û ew yek li cem me  heye, li cem serokatîyên herdu welata.Ez hêvîdarim,wekî ev hemû dijwarî wê derbazbin.Hevkarîya Rûsîyayê û Ermenîstanê kardare”,- Pêskov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button