H’emû nûçeSereke

Li gorî Mîrzoyan, ji alîyê Adirbêcanêda ji bo îradeya sîyasî ya pêkanîna peymana aştîyê tuneye

Ermenîstan bi Adirbêcanê re agirbestê niqaş nake, pêvajoya bidestveanîna aştîyê gotûbêj dike.Li gorî raporta “Armênpress”ê, di hevpeyvînekê de li gel kanala “TRT World”ê, wezîrê  Ermenîstanêyî karên Ararat Mîrzoyan li ser pêvajoya aştîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê gotîye.

 “Em li ser projeya peymana aştîyê danûstandinan dikin, platformên din yên gotûbêjê jî hene Di asta serokên welatan de hevdîtin hatin kirin, di navbera wezîrên karên derve de hevdîtin hatin kirin”,- Mîrzoyan gotîye

Bi gotina wezîr, alîyan li ser gelek tiştan li hev kirine, lê mijarên sereke û gelek girîng hene ku hîn jî helwestên partîyan ji hev dûr in.

Wezîr ya herî girîng ji wan raber kirîye.

 “Ya yekem, mijara yekparçeyîya axê, naskirina sînoran û mîsogerkirina pêvajoya îşaretkirina zêdetir e. Sala 1991 ê de herdu welatan belgeyek îmze kirin û pejirand ku tê de yekparçeyîya erd û sînorên hev nas dikin. Bêyî ku zêde bikeve nav hûrgilîyan, ew belgeya ku 12 komarên Yekîtîya Sovyêtê qebûl kirine ku yekem, Yekîtîya Sovyêtê ji hebûna xwe rawestîyaye, û ya duyemîn jî, sînorên îdarî yên di navbera wan de wekî sînorên navdewletî, navneteweyî hatine pejirandin. Ermenîstan û Adirbêcan di nav wan komaran de bûn.Di danûstandinanina dawîda, rêberên her du welatan pabendbûna xwe bi daxuyaniya Alma Atayê, prînsîpên wê, bi taybetî sala 2022 a dubare kirin. Li Prahayê, paşê li Soçîyê, Bryûsêlê, her weha  gelek cara. Ji ber vê yekê, her du welatan careke din destnîşan kirin ku ew yekparebûna axa hev nas dikin û li hev kirin ku li gorî danezana Alma Atayê, ya sala  1991 ê.Lê niha ku em dixwazin di peymana aştîyê de behsa daxuyanîya Alma Atayê bikin û tiştê ku min berî kêlîyekê behs kir, ne tiştekî din e, em nerazîtîya Adirbêcanê ji îmzekirina belgeyek wiha dibînin, ew bi tenê wê lînkê, wê beşê ji nivîsê derdixin. Bi kêmanî ev pirs di nav dîplomatên Ermenîstanêda de çêdike, ji ber ku guman hene ku piştî tawanên ku li herêma me qewimîn, piştî sirgûnkirina bi destê zorê ya ermenîyan ji Qerebaxa Çîya, welatê wan, Adirbêcanê dibe ku planên din hebin ku daxwazên xwe yên ji bo serwerîyê bidomîne”,- Mîrzoyan daye kifşê.

Li ser pirsa ku Ermenîstan ji bo nîqaşên çêker kîjan platformê herî rehet dibîne, Mîrzoyan bersiv da ku hemû platforman.

“Tenê pirsgirêk, bi kêmanî bi dîtina min ya şexsî, nebûna îradeya sîyasî ya alîyê din e ji bo îmzekirina peymana aştîyêye”,-dawîyê Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button