H’emû nûçeSereke

Li gorî pêşbîniya cîgirê wezîr, nirxê gazê ji bo Ermenistanê herî kêm 8 salan wê nayê guhertin

Cara dawîn qîmetê gazê li Komara Ermenîstanê 5 sal berê  1 ê çileya  sala 2019  de hatibû dîyarkirin. Li gorî nûçeya “Armênpress” ê, derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê rêvebirîya herêmî û binesazîyê Hakob Vardanyan di civîna komîtêya daîmî û Avrasyayê ya meclisa neteweyî de gotîye.

 “Her sal ev niqaş û fikar tên, lê ev 5 sal in nirxê gazê li Komara Ermenîstanê stabîle û îhtîmaleke mezin heye ku bihayê gazê herî kêm 8 sal wek xwe bimîne. Di cîhanê de guhertinên mezin yên gêopolîtîk û bazarê nîn in. Heger gaz bi 3000 dolarî îstîqrar bibe, ji Ermenîstanê re zehmet e ku 160 dolaran biparêze. Lê me dît ku dema gaz li Avropayê û bazarên navneteweyî 2000-3000 dolar bû, li Ermenîstanê nirxê 165 dolarî dihat parastin û karê me ew e ku her firsendê bikar bînin da ku nirxê gazê biparêzin yan kêm bikin”,- cîgirê wezîr got.

Li gorî cîgirê wezîr,  sala 2022 a da peymaneke zêde hatîye îmzekirin û li gor wê peymanê divê heta sala 2031 ê  di nav nirxê heyî de bimîne û bi hin mêxanîzmayan ve girêdayî be.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button