SerekeSîyasî

Ji Mazlûm Ebdî peyama yekrêzîya neteweyî

Fermandarê giştî yê HSD yê Mazlûm Ebdî bi minasebeta serhildana Qamişloyê bang kir û got: “Em bi hev re vê bîranînê bikin derfetek ji bo yekrêzîya neteweyî û hevgirtinê”.

12 ê adarê salvegera 20 î ya serhildana Qamişloyê ye.

Fermandarê giştî yê hêzên Sûrîyaya Dîmokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî li ser salvegera serhildana Qamişloyê peyamek belav kir.

“Serhildana Qamişloyê bû sembola vîna gel li dijî zordarî û nijadperestîyê”.

Mazlûm Ebdî di peyama xwe de wiha got:

“Bi rêzdarîyeke mezin, em serhildana 12 ê adara  sala 2004 a bi bîr tînin.

Gelê Kurd lehengî û berxwedaneke mezin li dijî sîyasetên bindestî û nokerîyê nîşan da, ev yek jî bû sembola vîna gel li dijî zordarî û nijadperestîyê.

Ka em bi hev re vê bîranînê bikin derfetek ji bo yekrêzîya neteweyî û hevgirtinê.

Em wek Hêzên Sûrîya Demokratîk, soz didin gelê xwe ku em dê vê doza lehengî û cangorîya şehîdên Serhildanê berdewam bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button