H’emû nûçeSereke

Kê gotîye ku gotina Rûsyayê ya ku dibêje ew ê ji vê herêmê dernekevin, wê pêk bê ? : Nîkol Paşînyan

Rûsya îro radigihîne ku em ji vê herêmê dernakevin, lê ez zanim ku Rûsyayê jî got ku axa Ermenîstanê ya serwêre û sînorên Ermenîstanê ji bo wan xeta sor e, lê di pratîkê de ev yek pêk nehat.Wê demê kê dikare bêje ku daxuyanîya yekem dê rast be? Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li civîna çapemenîyê de daye kifşê.

“Tişta herî girîng îtîbara têkilyan e. Di dîroka xwe ya hovane de gelê ermenî di serê sedsalê de carekê bi vê rewşê re rû bi rû ma. Em hemû dizanin ku encamên wê çi bûn. Rewşa xeta sor ji bo me ronahîya sor e ku li vir tiştek xelet e.Ez  dû wê pirsê çûm, me hewl da ku fêm bikin, baş e, pirsgirêk ez im, em çi xelet dikin? Bersiva pirsê ew e ku eger gotinek di wê astê de bê encam bimîne, wê demê her gotinek dikare bê encam bimîne. Heger gotinek di rastîyê de bi wateya berevajî wê di wê formê de derkeve holê, tişta ku di wê formatê de hatîye gotin jî dikare di wateya berevajî de derkeve holê”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button