H’emû nûçeSereke

Wedeye ku tevî Ermenîstanê dîyaloga derheqa azakirina vîzayê destpêkin: rêzolyûsîya parlamênta Avropayê hate qebûlkirinê

Wextê civîna parlamênta Avropayê, rêzolyûsîya derheqa sixkirina pêwandîyên tevî Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanê, hatîye qebûlkirinê.

“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî rêzolyûsîyayêda parlamêntvanên avropî qewînkirina pêwandîyên tevî Ermenîstanê silav dikin û bangî komîsîya Avropayê û Şêwira Avropayê dikin ku bersiva wê xwestina Ermenîstanê bidin. Rêzolyûsîyayêda usa jî hatîye dîyarkirinê,wekî îdî wedeye ku tevî Ermenîstanê dîyaloga azakirina vîzayê destpêkin.

Parlamêntvan usa jî bang dikin, ku mecala bona statûsa kandîdata endamtîya Ermenîstanêye nava Yekîtîya Avropayêda lê binihêrin.

Rêzolyûsîya usa jî drheqa piştgirîya xweda dibêje, ya derheqa destpêkirina hevraxeberdanên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda û  morkirina peymana aşîtîyêda.Bangî herdu alîya dikin ku hindava wê yekê amin bimînin û bi rîya dîyalogê bighîjine helkirina pirsgirêkê.

Usa jî hatîye dîyarkirinê,wekî hinek nevsên avropîye fermî nava axaftinên xweda Elîyêv bona hilbijartina pîroz kirine, lê nedane kifşê wekî li Adirbêcanê dêmokrasî tune û hema xût Adirbêcan bona paqijkirinên êtnîkîye li Qerebaxê cabdare.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button