SerekeSîyasî

NATO ê dicedand ku pêwandîyên qewîn tevî Ermenîstanê û Adirbêcanê xweyî bikira: Stoltênbêrg

Atmosifêra ewlehkarîyê ku tê guhartinê li ser hevkarên NATO ê ye li Qafqasîya Başûr tehsîr kirîye.Derheqa wê yekêda sêkrêtarê NATO ê yî sereke Yêns Stoltênbêrg nava raporta sala 2023 a da gotîye, ya ku li merkeza NATO ê ye li Bryûsêlê hatîye raberkirinê.

Nava raportêda hatîye dîyarkirinê,wekî bi destê wekîlê sêkrêtarê NATO ê, yê li Qafqasîyayê û Asîya Navîn, Xavîêr Kolomîna NATO dîsa bi aktîvî tevî Ermenîstîanê, Adirbêcanê û Gurcistanê hevkarîyê berdewam dike.

“NATO piştgirîya xwe, ya hindava van hersê hevkara, ya hindava yekîtîya axê û serbixwetîyê elam dike.NATO ê bangî Ermenîstanê û Adirbêcanê kirîye, ku nava formatên cudada hevkarîyê bikin û derheqa helkirina pirsgirêkên hûmanîtarîda daye dîyarkirinê. NATO ê dicedand pêwandîyên zêdetir qewîn tevî Ermenîstanê û Adirbêcanê xweyî bikira”,-nava raportêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button