H’emû nûçeSereke

Ermenîstan tevî Yekîtîya Avropayê dokûmênta hevkarîyêye nû amade dike: cîgirê wezîrê karên der

Ermenîstan tevî Yekîtîya Avropayê dokûmênta hevkarîyêye nû amade dike.Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê karên der Parûyr Hovhannîsyan wextê civîna li parlamêntê, ya komîsîya întêgrasîya avropî gotîye.

Bi gotina wî, îmzekirina vê dokûmêntê îsal meha tîrmehê têra tê dîtinê.

“Heger qayîlnivîsara hevkarîyêye berfireh, ya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê bi temamî bê mîyaserkirinê, wî çaxî Ermenîstan dikare bibe kandîdata endamatîya nava Yekîtîya Avropayê”,-cîgirê wezîr gotîye.

Li rex vê yekê govekên hevkarîyêye nû û progiramên nû tên amadekirinê, yên ku nava encamên mîsîya mijdara derbazbûyî pêşda hatine.

“Niha bi vê yekêva tevayî dokûmênta nû tê amadekirinê.Derheqa wê yekêda hinek pirs hene, yên ku hatine gotûbêjkirinê.Em hêvîdarin,wekî meha gulanê wê projeya nû bê stendinê, ya ku bi texmîn wê tîrmehêda bê qebûlkirinê”,- cîgirê wezîrê karên der gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button