H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyan ji bo hilbijartina  serokkomarîyê Vladîmîr Pûtînra peyama pîrozbahîyê şandîye

Serokwezîr Nikol Paşînyan ji bo hilbijartina serokê Fêdêrasîyona Rûsîyayê Vladîmîr Pûtînra peyameke pirozbahîye şandîye.

Peyamê de wiha tê gotin:

“Birêz Vladîmîrê Vladîmîr,

Ji kerema xwe pîrozbahîyên min ji bo nûva hilbijartina xwe wek serokê Fêdêrasîyona Rûsyayê qebûl bikin.

Ez hêvîdarim ku dîyalog di hemû warên berjewendîya dualî de ji bo berjewendîya gelên Ermenîstanê û Rûsyayê pêş bikeve.

Ji We re, rêzdar Vladîmîrê Vladîmîr, tendurustîyê, bextewarîyê û serkeftinên zêdetir di çalakîyên We de dixwazim”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button