H’emû nûçeSereke

Wezîrên Ermenîstanê û Qazaxstanêye karên der mecalên locîstîkîye nû gotûbêj kirine

Wezîrên Ermenîstanê û Qazaxstanêye karên der  Ararat Mîrzoyan û Mûrat Nûrtlêû mecalên locîstîkîye nû gotûbêj kirine. Hevdîtina herdu wezîra, wextê seredana Nûrtlêû, ya li Yêrêvanê pêk hatîye.

Çawa ku Ararat Mîrzoyan piştî hevdîtinê daye dîyarkirinê, wextê hevdîtinê dorana pirsaye berfireh hatîye gotûbêjkirinê. Bi dîyarkirina derheqa hevdîtinên  bi formatên piralîda, dîyaloga sîyasîye ser dereca bilind, wezîr gotîye,wekî temamîya potênsîyalê nehatîye mîyaserkirinê. “Em hatine ser wê fikirê,wekî alî amadene potênsîyalê bidine pêşxistinê û mîyaserkirinê.Ermenîstan hewaskare, ku tevî hevkara pêwandîyên dualî bide pêşxistinê, ji Amêrîkayê hetanî Asîya Rojhilatê. Pêwandîyên tevî Qazaxstanê li ser cîhekî girîngin. Ez şame wekî ew bona herdu alîya jî hewaskarin”,-wezîr gotîye û serda zêde kirîye,wekî wextê hevdîtinê, pevketinên konkrêt hatine destanînê.

Mîrzoyan daye dîyarkirinê,wekî tevî hevkarê xwe derheqa girîngîya mecalên locîstîkîda xeberdan çûye. Girêdayî wê yekêra ewî daye dîyarkirinê,wekî mecalên locîstîkî gerekê li ser bingeha serbixwetîya welata û wekehevtîyê bêne xebitandinê.

Mîrzoyan halê li Qafqasîya Başûr, pêvajoya bona normalkirina pêwandîyên  tevî Adirbêcanê raber kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button