H’emû nûçeSereke

Ermenîstan amade nabe ji axa xweye bi navneteweyî naskirî perçekî bide kesekî: serokwezîr

Ermenîstan amade nabe ji axa xweye bi navneteweyî naskirî perçekî bide kesekî.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr li parlamêntê gotîye, dema ku ewî bersiva pirsa Lêvon Koçaryanê pralamêntvan daye ku Ermenîstan wextê hevraxeberdana her dem berbi berdaxustina diçe, lê dewsa wê yekê tu tiştî nastîne, feqet ji alîyê Adirbêcanê tenê elametîyên xemgînkirinê tên bihîstinê.

“Gerekê bê zelalkirinê ku em çi didin? Ezê careke mayîn bêjim, ku ez serokwezîrê Ermenîstame û ew pevketin ewe,wekî nava dereca navneteweyîda hatîye dîyarkirinê ku Ermenîstan û Adirbêcan yekîtîya axa hevdu nas bikin.Ev yek li ser hîmê dêklarasîya Alma Atayêye, ya ku sala 1991 ê hatîye îmzekirinê. Li gorî vê, axa Ermenîstanê bi navneteweyî naskirîye û Ermenîstan amade nabe ji vê axa naskirî tiştekî bide kesekî.Bi fikira min ev yek gerekê bona hemûya zelalbe”,- Paşînyan gotîye û serda zêde kirîye,wekî perçên axa Ermenîstanê hene, yên ku îro dagirkirîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button