H’emû nûçeSereke
Nîkol Paşînyan cejina Newrozê li nûnerên kurdên Ermenîstanê pîroz kirîye
Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ji bo cejina Newrozê nûnerên civaka Ermenîstanê re peyameke pîrozbahîyê şandîye.
Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, peyamê de bi taybetî wiha hatîye gotin:
“Nûnerên hêja yên civaka kurdên Ermenîstanê,
Sersala we ya Newrozê bi germahî pîrozb dikim,
Ev cejina biharê ya xweş li hemû civaka me ya kurd pîroz be.
Em bi wan serkeftinên ku welatîyên kurd yên welatê xwe bi dest xistine kubarin. Em pirsgirêkên ku him ji bo we û him jî ji bo gelek niştecîhên welatê me hene, tomar dikin. Bawer bikin ku dewleta me baldar û eleqedar e li ser mijarên pêşveçûna hemî civakên neteweyî yên ku li Ermenîstanê dijîn.
Cejina Newrozê careke din li we pîroz dikim, ezmanekî aram, tenduristîyê û serkeftinê ji we re dixwazim”.