H’emû nûçeSereke

Serokwezîr derheqa çar gundên li ser sînor xeberdaye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan derheqa wan gunehkarkirinên ji alîyê opozîsîyayêda xeberdaye, bi kîjana dibêjin ku meremê desthilatdarîyê heye ji qeza Tavûşê gunda teslîmkin.

Serokwezîr gotîye, wekî wekîlên opozîsîyayê dibêjin ku hukumata Ermenîstanê amade dibe çar gundên qeza Tavûşê teslîmke.Bi gotina wî, gerekê bêjin yanê jî dewê bikin ku gilî derheqa kîjan gundadane.

“Em dibêjin wekî hukumata Ermenîstanê amadeye dêlîmîtasîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda li van cîha destpêkin.Gilî derheqa gundada nîne, lê derheqa sînorê gundadane.Ji alîyê Ermenîstanêda Baxanîs, lê ji alîyê Adirbêcanêda Baxanîs-Ayrûm.Ev gund ji hêna Sovyêtê destpêkirî li Adirbêcanê hebûye.Ya mayîn ewe wekî ji alîyê Adirbêcanêda gundê Voskêparê û sînorê pêşîya Voskêparê, yê ku beşeke gundê Adirbêcanêye.Yê mayîn gundê azeryayî Xêyrîmlîye.Evana ew gund nînin”,- Paşînyan gotîye.

Bi destnîşankirina xerîta Ermenîstanê, serokwezîr daye dîyarkirinê,wekî gundê Baxanîsê dikeve nava xerîtê, lê gundê Baxanîs-Ayrûmê ji xerîtê dere. “Gundê Voskêparê dikeve nava vê xerîtê û herdem wê  nava vê xerîtêda bimîne. Gundê Bêrkabêrê jî nava vê xerîtêdane û wê nava xerîtêda jî bimîne. Gundê Kizil Hecîlî ji xerîtê  dere bûye û roja îroyîn jî dere.Gundê Askîparayê, gundê azêryayî pêşberî Voskêparêye û roja îroyîn bin kontrola Adirbêcanêdane.Derheqa gundê Voskêparêda xeberdan tune”,- serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button